Gulşimik
From Wikipedia, the free encyclopedia
Gulşimik an gulkimik (Calceolaria) cinsekê riwekên famîleya gulşimikan (Calceolariaceae) e ku navê xwe daye famîleyê. Famîleya gulşimikan di koma gezika derewîn (Lamiales) de cih digire. Hin cureyên wê bo baxçevaniyê tên çandin. Pirraniya wan giha, hin jî devî ne. Bêhtir li Amerîkayê tên dîtin. 240 heya 270 cureyên gulşimikê hatine hejmartin.